Bînîn û bihîstin

Di trafîkê de ez dikarim vê bibînim û vê bihîstim:

Bihîstin: Qorna vêlosîpedê, dengê motoran, sîren, makîneyên kar,kamyonên ku latên,hevalên ku ban min dikin,mezinên ku ji min re dibêjin ka ez çi bikim, dengê dema ku mirov a kesk heldibî.

Bînîn: nîşanên trafîkê, ronîyên trafîkê, xetên spî, peya, vêlosîpêd, erebe, otobûs, kamyon, traktor, vêlosîpêdê bi motor, bikarhênerên trafîkê ku rêbazên trafîkê dişopînin, bikarhênerên trafîkê ku rêbazên trafîkê naşopînin, kursiya zarokan, kembera rûniştekê, kaska vêlosîpêdê, refleks.

Armancên hînbûnê(fêrbûnê):

Niha divê tû van tiştan hîn bibî:

- caren ku em nikarin wesayîtan bibînin, bih^stin dikari alîkariya me bike.

- bikarhênerên tafîkê yen cuda herdem di heman demê eynî tiştê wekhev nabinin.

- ji bo ku mirov bi ewlehî di trafîkê de bigere divê mirov hestên xweyê bêtir bikar bîni.

Bînin û bihîzin

Cîhê li ser rê bitenê ji bo ev ê ku peya diçin, vêlosîpêd dikin û wesayît diajon nine. Di wêneyê de tû dikarî kesen ku di trafîkê de dixebite bibînî, bo nimûne, ji bo temîra rêyan. Di trafîkê de gelek kesên ku divê mirov baş bala xwe bideyê, û gelek tiştên ku divê mirov ji haydar bî hene.

Li zarokên ku li her du alîyê peyagerê ne binihêre.

Kîjan ji wan derdora xwe herî baş dibine? Gelo tu li vir tiştek ku dikare xeterek be dibînî?

Bibîne û bihîze

Mirov wan nebînê ji wesayît dikarin hebin. Wesayît dikarin li pişt gir an, devî û daran, fitilok û xaniyan de veşartî bin. Ev tê vê wateyê ku ev ên ku wesayît diajon jî herdem nikarin te bibînin. Hingê divê tû guhê xwe bikarînî û guhdariya dengê wesayîtan bikî. Gelo tu dikarî bihizî ka vêlosîpêdek tê an ne?

Qada kor

Li derdora hemû otomobîlan de qadekî ku ajotvan nikare bibine heye. Jiv ê qadê re dibijin, qada kor. Heke tû di qada erebeyê in kor da bî, ajotvan nikare te bibîne. Di erebeyên mezin de, qada kor ji ev in di erebeyên piçûk de mezintir e. Di cîhê parkkirinê û gava ku mirov li rê derbas dibe divê mirov bêtir hişyar bimîni.

Çavliketin

Bihîstin

Tu car bi ser rêyek ve neçe heta ku tü emin nebu ka ev ên ku weasît diajon te dibînin an ne. Bi ajotvan re têkilîya çav dayne û hişyar bimîne gelo ka erebe leza xwe kim dike û nîyeta wî yê seknandinê heye an ne. Hem li alÎyê çep ê hem jî li alîyê rast ê binêre, dema ku erebe rawesta paşê derbas be.

Tû vê dizanî:

Dema ku ji wan re bivê ambulans, erebeyê polis an jî erebeyê agirkuj ê bi ronîya şîn agehdarî didin me.

Siren jî dikarin bikar bînin, lê tenê dema ku ev pêdivî ye. Gelo çima ev wusa ye?

Tiştên li derve tê kirin

Bi hev re herine derve. Li rê sê cîhên cuda hilbijêrin. Di nav wan cîhan de li kîjan cîh ajotvan dikare ê te êdî hêsantir bibînê? Ê te dîtin çima zehmetir e ?

Ê te dîtin li vir çima zehmetir e ? Di nav van her sê cîhan de li cîhek bisekne. Çavê xwe bigire û erebeyan bihîze. Gelo tu di navbera wesayîtên ku nêzîk dibin û yên ku ji te dur dikevin ferq dibihîzî?

Tiştên di hindir de kirin

Tiştên ku tu di trafîkê de dibînî xizke û binivîse? Derbari rojekî xwe yê rojane yên dibistanê bifikire.

Gelo bîra te tê?

Ma tû dikarî berbari mirov di trafîkê de çi gav çavê xwe û guhê xwe baş bikar tinê nimûne bidi? Divê mirov çawa çavê xwe bikar bini dema ku mirov li rê berbas dibe?

Gelo qada kor çi ye?