Beşa 1.1 Rêbazên trafîkê

Peyvekilîdên girîng

Rêbazên trafîkê, hişyarbun, bi ewlehî, xetere, xwe parastin, lênêrîn, bifikirin,baldar, cîhê parve kirin, alîkarîya hevdu kirin, dadperwerkirin

Armancên hînbûnê

Niha tu vê hîn bibî:

Gelo rêbazên trafîkê ji mirov re çima divê

Rêbazên trafîkê yê girîng

Gelo di tarîkê da baldari tê çi wateyê

Di trafîkê da her kes diçe bi cîhek ve, ji ber vê yekê dive mirov cîh parve bike. Di trafîkê de peya, bisiklet, otomobîl û wesayîtên din hene. Ti da rê, peyarê û nîşane hene. Tû di wêneyê de çi dibînî?

Rêbazên trafîkê

Hin bikarhênerên rê erebe diajon, hin jî bisiklet, hinek din jî peya diçin. Ji bo ku di trafîkê de her kes bi ewle tevgerê ji mirov re rêbaz divê. Li vî wêneyê û li wêneya berê binêr. Kîjan wêne bêtir dimînê trafîka li wî cîhê ku tû têda dijî?