Rêbaz/Desthilatî

Dema ku hûn lîstikek di lîzin an jî bi hev re dikevin pêşbaziyê, hûn rêbazan dişopînin, ji ber ku ji bo rastdarîyê ev yek pêwist e. Di dibistan û di polê de ji, divê rêbazên me hebin. Gelo dema ku yek rêbazên di lîstikek an jî polek de binpê dike çi dibe?

Dema ku yek rêbazên(deshilatîya trafîkê binpê bike gelo dê çi biqewime ?

Rêbazên trafîkê ya herî girîng

§ «Di tarafîkê da divê di tevgerîyê de her kes her dem balder be, û hişyar û çalak be ji bo ku ne zirar bide xwe ne ji bide kesên din, ji ber ku di trafîkê de astengî an jî tevlihevî ne hewceyê.»

Fêmkirina hinek peyvên di vê rêbazê de dibe ku zehmet be. Baldarbun tê wateyê haydarbunîyê. hişyarî tê wateyê ku haya mirov ji mirov hebe.

Em dikarin bi vî awayî jî bêjin:

Di trafîkê da divê mirov hurmetê nîşan bide, hişyar û haydar be. Ji bo ku qeza çênebin û ji bo ku herkes bi ewle bigehê cihên xwe ev yek pêwîst e.

Ev rêbaz ji her kesê, ji bo peyan, ji bo ajotvanê vêlosîpêd an jî ajotvanê erebeyan bi temamî pêwiste. Gelo tû dikarî nimûneyên ku di tafîkê da tê wateya haydarbûnî û hurmet nîşandanê pêşkeş bik?

Peyvên tafîkê

Peya

yê ku di trafîkê de peyane diçin.

Ajotvanê vêlosÎpedê

yê ku di trafîkê de vêlosîpedê diajon.

Bikarhênerên trafîkê

kesên di rêwîtiyê de

Rêbazên trafîkê

Qanûna(Zagona) ku dibêje ka em çi dikarin bikin yan nekin.

Wesayit

Hemu tiştên ku mirov dikari biajo, bi nîmune wek vêlosipêd, erebe, otobûs, kamyon, traktor.

Gelo tû vê dizanî:

Di hefteyekê de em di neh demjimaran(saetan de) de di trafîkê de ne. Ew her rojê da saet û sê çarêk dike.

Tiştên li derve kirin

Li nêzîkî dibistanê here turekî. Li ku divê ku mirov zêdetir hişyar be? Te kesên ku hurmetê nîşanda dît? Te çend bikarhênerên trafîkê yên cuda dît?

Te çend weayîtên cuda dît?

Tiştên di hindir de kirin

Xiz bike an ji wênê wesayîtên cuda di trafîkê de bibîne. Wan li ser posterek bizeliqîne û li sinifê bi dîwarê ve bike.

Gelo bîra te tê?

- Di trafîkê da ji mirov re çima rêbaz divê?

- Rêbaza tafîkê ya herî girîng çawa ye?

- Divê desthilatdariya trafîkê yê herî girîng ki bizanê?

Pirsên ramankûr:

Bi te rêbazên trafîkê li hemu welatan wekhev e?