Beşa 1.2 Nîşaneyê trafîkê
Peyvekilîdên girîng
ji re gotin, hişyarkirin,agahî, qedexe, nîşanên agahî, sembol, xelek, çargoşe,sêgoşe
Armancên hînbûnê
Niha tu vê hîn bibî:
Di trafîkê de nîşane çima hene
Ji bo peyayan nîşaneyên herî hevbeş tê çi wateyê
Nîşaneyê trafîkê
Rêbazên trafîkê têne danîn ji bo agahdarîyê, ji bo ku derbarê tiştên xeter de mirov agahbarbe, û ji bo ku mirov bizanê ka gelo çi binvêsîye û çi qedexe ye.
Tiştek ku binvêsîyê tê çi wateyê?
Gelo te van nişaneyan berê dîtîye?

Bi te gelo celeb û rengên van çima cuda cudane?
Nîşaneyê ji bo peyayan
Gelek nîşaneyên cuda hene, bi tevahî nêzîkî 300 an.
Gelek nîşane tenê ji bo kesên ku wesayit û bisiklet diajon, lê hinek ji wan jî ji bo hemu bikarhênerên trafîkê ne. Li vir tû di trafîkê de çawa bi ewle dikarî tevgerî fêr dibî.
Peyager
Li vir tu dikarî li rê derbas bibî. Peyagera di nav rê bi seranser bi lêdanê spî nîşankirîye.

Peyarê
Ev rê têne ji bo kesên ku peya diçin e.

Rawestgeha otobusê
Li vir otobûs dirawestê

Ji bo Peyayan qedexeye
Tûli vir nikarî peya herî

Ji bo peyayan û vêlosîpêdçiyan qedexeye
Li vir tû nikarî peya an ji bi bisiklet herî.

Tiştên li derve kirin
Li nêzîkê dibistanê tû çend nîşane dibînî?
Wan nîşaneyên cuda xiz bike û piştre jî binivîse ka vê çi dibêjin.

Gelo bîra te tê?
Gelo tiştê binvêsî û tiştê qedexe tê çi wateyê?
Çima girînge ku em bizanin ka kîjan nîşaneyên trafîkê em dibînin?
Gelo rewşa trafîkê bê nîşane çawa dibû?
