Çûna turê bi sinifê re

Li vir tu sinifek ku bi mamosteyên xwe re derketine turê dibinî. Dema ku gelek kes hev re digerin, divê haya mirov bêhtir ji mirov hebî. Gelo bi te li vir hemû baldarin? Ev sinifa ha gelek bi şansin ji bu ew li ser rêya ji bo peya û bisikletan diçin. Li wê ew dikarin li ber hev herin.

Gelo dema ku sinifa te dertikevê turê ev wuha xuya dike?

Dema ku hûn diçin turê kîjan rêbazên we hene?

Rêbazên trafîkê ji bo peyayan

Bi hev re çun

Dema ku mirov di trafîkê de ye divê mirov gelek tiştan temaşeke. Dema ku gelek kes bi hev re diçin, dibe ku hinek ji wan henekan li hev dikin. Dibe ku tu ji carna bixwazî bi rê ve hinekî bilîzî, wa ne? Wê demê hingê girîng e ku mirov rêbaza trafîkê ên sereke bînê bîra xwe. Ma tu dizanî ew çawa ye?

Di tafîkê de divê mirov rêz nîşan bide, baldar û hişyar bî.

Dema ku tû di rêyekî bi peyarêve diçî

Li milê çepê, li alîyê ku peyarêyê an jî li alîyê ku rêkûpêka peyayayn û bisikletan tuneye here. Bi vî aweyê wesayitan êdî hêsantir dikarî bibînî.

Bi aram û balkişandî bi rê ve here.

Dema ku tu li rêya ku bê derbazîyên peyayan an roniyên trafîkê ye derbas dibî

Cihê ku mirov derdora xwe, yanî hem milê çepê hem jî milê rastê baş dibine hilbijêre. Bi wî aweyê tu dikarî bibînî ka erebe an jî bisiklet tên an ne.

Gera di navbera erebeyên parkkirî de, di virajan an jî li cîhê ku mirov derdora xwe nabîne xetere ye.

Li rê her tim rasterast here, ne bi awayekî neyekser.

Dema ku tu derbasî aliyê dinê rê dibî

Peyageran, ronahîyên trafîkê, darpiran an jî tûnêlên bin rê an bikarbine.

Her çiqas wê demek dirêjtir be, herdem her rêyên herî bi ewle bibijêre.

Dema ku tû li rêyek ku bi peyarêye derbas dibî

Tam bisekne,li her du aliyan binêre, guhê xwe bide erebe û wesayîtên din.

Bisekine heta ku tû dizanî ku erebe ji bo te rawestaye, paşê li derbas bibe.

Li rê her tim rasterast here, ne bi awayekî neyekser.

Dema ku tû li rêyek bi ronahîyên trafîkê derbas dibî

Bi temamî biskene, li her alîyan baş binêre, erebe û wesayîtên din bibihîze.

Her çiqas jî ronahîya trafîkê kesk be jî, divê tû bi temamî bizanî ku erebe ji bo te disekinin.

Di hin çatên roniyên trafîkê de hin caran ronahîya kesk hem ji bo miletan hem jî ji bo ereban bi hev re heldibe. Dibe ku hin wesayît bi vegerîn. Ew çax divê ew li ser peyarêyê biajon. Li çata ronahîyên trafîkê yên ewha, divê berî ku tu derbasî aliyê rê dibî, herdem kontrol bikî ka ajotvan te dibîne an ne.

Peyvên tafîkê

Pêçik

Rêya peya- û bisiklitan

Peyarê

Tiştên li derve kirin

Here nav trafîkê û bikarhênerên trafîkê yên din bihejmêre.

Gelo her kes berî ku ew li rê derbas dibin disekinin û li derdora xwe dinerin?

Çend kes li peyarêyê li rê derbas dibe?

Çiqas kes li derveyî peyareyê li rê derbas dibe?

Gelo hemu wesayit disekinin dema ku rewî li rê debas dibî?

Tiştên di hindir de kirin

Gelo tu firqa navbera rast û çepê dizanî? Ev girîng e, ji bo ku bikaribe ji dema ku tu di trafîkê de yî. Ji bo ku bi temamî bi ewle bî belkî tu bikarî ji bo biranînê rêbazek çêbikî?


Gelo bîra te tê

Dema ku tu li rê derbas dibî divê tu çi ji bîr nekî?

Heger tu li rêya bi pêçik herî, divê tu li kîjan alîyê rê ve herî?

Çaxê hûn bi sinifa xwe re diçine tûrê rêbazên we çine?