Beşa 2.3 Refleks

Peyvekilîdên girîng

Çekbenda refleks, refleks li ser xûrcê, refleks li ser çakêtê, li ser kim û cizme ê, refleks li ser nîşanên trafîkê, refleks li ser bisikletê,

Armancên hînbûnê(fêrbûnê)

Niha tû van a hîn bibi:

Refleks bikaranin çima girîng e

Refleks çawa kar dike

Gelek celebên refleksê hene

Di tariyê de bin dîtin

Dema ku li derve tarî dibi gelek tişt diguherê. Ji bo te rê û bikarhêner trafîkê yên din dîtin dijwar dibe, û ji bo bikarhêner trafîkê, e te dîtin zehmetir dibe. Ji ber vî yekê girînge ku mirov di hev dîtinê de alîkarîya hevdu bike.

Bi te di tariyê de çuna derve çawa ye?

Nêrin û hev dîtin – refleks

Dema ku ronahîya otomobîlek digehê refleksek, refleks vê ronahîyê paşva divegerînê ser ajotvan. Ji vî re em dibêjin ronahî paşva divegere.

Bi vê yekê wusa xuya dike ku refleks ronahî dide, û bi vê aweyê ajotvan dikare bi hêsanî peyayê bi refleks bibîne. Refleks tenê dema ku ronî dikeve ser ronahî dide. Ew bi xwe bi xwe ronahî nade.

Xuya be

Erebe dikarên ji çend aliyan rê ve bên. Ji ber vê yekê, divê tu refleksê bi aweyekî wusa bi xwe ve biki ku ji hemî alîyan ve baş bi dîtin.

Girînge ku refleks hem dema ku tu li hemberî rê diçî, hem jî dema ku tu li rê derbas dibî bi dîtin. Refleksên bi tevger baştir tên dîtin.

Di tariyê de bên dîtin

Heke tu di tarîyê de bi refleks herî, kesek ku bi hêza 50 kîlometreyê de tê, 2 sanîyêyê wî heye ku te bîbinê. Dema ku tu refleksê bikar bînî tu di 10 sanîyan de dikarî beyî dîtin. Bi vî ajotvan dikare baştir reaksiyon bide.

Peyvên tafîkê

Refleks

- materyalê ku ronahî divegerînê

Çekbenda refleks

- çekbenda bi rengê hêz ku pêva şerîtên refleks dirutîne û ku mirov bi ser cilên derve ve li xwe dike.