Beşa 3.1 Dema bisikletkirinê

Peyvênkilîd

Bisiklet, bisikletvan, kaska bisikletê, zengil,ronahî, refleksa spî, refleksa rengê zer,frêna berî, frêna paşî, pedal,fitêz, rêya bisiklit û peyayan, rêya bisikletan, sînyaldan, li cihên bi ewle bisiklet ajotin, pêwist, qedexe, ekîpman

Niha tû van a hîn bibi:

Hinek rêbazên girîng ji bo bisikletçiyan

Çima girîng e ku mirov li cîhên bi ewle bisiklet bike

Tiştên ku ji bo bisikletê pêwiste çîye?

Kask bikaranin çima pêwîst e

Li vir gelek bikarhênerên trafîkê hene. Gelo tu dikarî bibînî ka bi piranî çiyê wan hevpar e?

Hinek bisikletçî li rêya ji bo peya û bisikletan diçin, hinek jî ji bo ku zutir bigehine cîhê xwe li ser rêya weasîtan diçin.

Bi bawerîya te ji bo bisiklet ajotinê, li ku êdî bi ewleye?

Li ku dikarî bisiklet bikî?

Ma bira te li rêbazên trafîkê yên herî girîng tê? Ew ji bo bisikletê ji derbas dibe. Dema ku tu bisiklet dikî di trafîkê de hurmet nîşandan,baldarbun û hişyarbunî tê çi wateyê?

Berî da te hinek rêbazên ji bo peyayan hin buyî. Niha jî tu hinek rêbazên ji bo bisikletçîyan hin bîy.

Dema ku bisîklet diajoy, tu dikarî hem pêçikan, peyarêyan, hem jî rêya peya-û bisikletan, û rêya wesayitan bikar bînî.

Rêya peya-û bisikletan

Tiştên herî baş ewe ku mirov rêya peyay û bisiklêtan bikar bînê. Wê ji bo peya û bîsiklêtçîyan hatîye çêkirin. Dema ku tû li rêya peya û bisiklêtan bisiklêt dikî divê tu xwe li milê rastê bigirî û heqê peya û bisiklêtçîyên din biparêzî.

Pêçik û peyarê

Li ser pêçikê tu dikarî li her du alîyê re û ji her du serîyan ve bisiklet bikî. Pêçik û peyarê bi sereke ji bo peyayan e. Ji ber vê yekê, divê tû hêdî biçî û xwe ji kesên ku li ser rê diçin dûr bigirî. Hinek car dibe ku mirov ji bisiklêtê peya be û bi xwe re devde.

Ji bo ku mirov bikare peyayan agahdar bike, mirov dikare zangek biçûk ku bi destêkê bisiklêtê ve ye bikarbînê. Ji vî re dibêjin zengil.

Li rê

Heke li nêzîkê te rêya peya -û bisiklêtan tunebî, tû dikarî li ser rê biskilet bikî. Tu dikarî tenê li ser milê rastê biajoy, û divê ku tu xwe ji kêleka rê dûr bigirî. Bi vê aweyê balansa xwe parastin hingê hêsantir dibe. Heke gelek kes bi hev re bisiklêt dike, ew çax divê hemu li pê hev biajon, ne li hemberê hev. Bi bir bine ku tû rê bi wesayîtên din ên wek otomobîl, otobus û motorbisiklêt an re bikartinî.

Di Şerita bisiklêtê de

Li ser hin rêyan şerîtên rê ji bo bisiklêtan heye. Li vir mirov tenê dikarê bi alîyê rêya trafîkê ve biajo. Li Norwecê alîyê ajotina trafîkê aliyê rastê ye.

Cîhên bê trafîk

Bê guman mirov dikarê li cîhê bê trafîk jî bisiklêt bike. Ji bo praktîzekirina bisiklêtan hilbijartina cîhên ku bê trafîke baştir e. Dema saeta dibistanê de li baxçeyê dibistanê bisiklêtkirin bi giştî qedexe.

Li rê derbasbûn

Dema ku tu bi bisiklêtê li rê derbas dibi, baştire ku tû ji peya bî û ewî bi xwere bibey. Dema ku tû bisiklêtê bi xwe re dibey wesayît mecburin ji te re bisekning. Dema ku tû li rê derba dibî ew ji te re disekinin.